Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dicivin

Pêwendiyên di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de û rewşa Iraq û navçeyê guftûgo dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê li Hewlêrê dicivin û rewşa Iraq û navçeyê guftûgo dikin.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, biryar e îro demjimêr 10:00 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab li Hewlêrê bicivin û pêwendiyên di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de û rewşa Iraq û navçeyê guftûgo bikin.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab duhî bi serdaneke fermi gihîşt Bexdayê û ligel Serokomar, Serokwezîr, Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Derve yê Iraqê civiyabû.

Wezîrê Derve yê Brîtaniyayê di civînê de xwe de tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji bo aramî û ewlehiya Iraqê kir, herwiha daxwaza welatê xwe ya ji bo xurtkirina hevahengî û hevkarîyê di warên aborî, kulturê, piştevanîya weberhênanê û geşkirina derfetên pêşkeftinê ji Iraqê re da xuyakirin.