Îsraîlê êrîşî hejmarek baregehên leşkerî li Şam û Humsê kir

Li gor zanyariyan, di encamê de 8 kes hatin kuştin.
Êrîşa Îsraîlê li ser Sûriyê - 5 Gulana 2021
Êrîşa Îsraîlê li ser Sûriyê - 5 Gulana 2021

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê êrîşî hejmarek baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve kirin û di encamê de 8 kes hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, derenga şeva borî Îsraîlê êrîşî hejmarek baregehên leşkerî li derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê, Ketîbeya Berevaniya Asmanî li Dimêr û parêzgeha Humsê kirin.

Destnîşan kir jî, dengê teqînan li parêzgeha Laziqiye û Hemayê jî hatin bihîstin.  

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman aşkere kir, 5 leşkerên Sûrî û 3 çekdarên Hêza Berevaniya Niştimanî li parêzgeha Humsê hatin kuştin.

Herwiha got, depoyeke cebilxaneyê ya Hizbulaha Lubnanî li parêzgeha Hunsê teqiya, lê hejmara kuştî û birîndaran nayin zanîn.

Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, şeva borî firokeyên Îsraîlê ji asmanê Lubnanê ve bi mûşekan êrîşî hin armancan li naverast û başûrê Sûriyê kir û sîstema wê ya berevaniya asmanî hejmarek mûşek xistin xwarê û tenê ziyanên madî çêbûne.

Ji dema destpêkirina krîşa li Sûriyê di sala 2011an de, Îsraîl her demekê êrîşî Sûriyê dike û bi piranî baregehên hêzên Îranê û Hizbullaha Lubnanî armanc digire.

Artêşa Îsraîlê di raporta xwe ya salane de aşkere kiribû ku wan di sala 2020an de êrîşî dora 50 armancên li Sûriyê kiribûn, bêyî ku hûrgiliyên zêde bide.