Hejmara kovara Bîrnebûnê ya 81an derket

Hejmara kovara hunerî û çandî ya Kurdên Anatoliyê ya Bîrnebûn derket.
Kovara Bîrnebûn
Kovara Bîrnebûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara kovara hunerî û çandî ya Kurdên Anatoliyê ya Bîrnebûn derket. Kovar 4 mehan carek tê weşandin.

Hejmara Bîrnebûnê ya 81an derket. Kovara ku 4 mehan carek dertê di vê hejmara xwe de jî cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cureyên din.

Kovar di sala 1997an de li Almanyayê derket û 23 sal in weşana xwe berdewam dike.

Di kovarê de li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn de gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatin weşandin.

Kovar bi piştgirîya Weşanxaneya APECê li Swedê tê weşandin.

Di hejmara nû ya Bîrnebûnê de nivîsên Alî Çîftçî, Dr. Mikaîlî, Seyfî Dogan, S. B. Xell, Mehmet Bayrak, Îhsan Türkmen, Mûlla Evîndar, Adem Özgür, Mem Xelîkan, Hesenê Metê, Hizir Akbîna, Hizir Ateş, Hayrettin Güven, Seyîdxan Anter, Nuh Ateş, Ehmed Mîlan, Mehtab Îdelî, Xizan Șîlan, Ferîdun, Berîvan Keskîn, Îbrahîm Korkmaz, Muzaffer Özgür, Rojvan Enes hene.