Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Flanders civiyan

Pêşvebirina pêwendiyan û hemahengiya hêzên Hevpeymanan ligel Pêşmerge gotûbêj dike

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro çarşemê 9ê Hezîrana 2021ê li gel Serokwezîrê Flanders Jan Jambon civiyan.

Di civînê de ku li bajarê Brûkselê hat lidarxistin, li ser pêşvebirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Flandersê di hemû waran de gotûbêj hat kirin.

Serokwezîrê Fralndersê Jan Jambon kêfxweşiya xwe li hember serdana şanda Herêma Kurdistanê nîşan da û bal kişande ser vê yekê ku bi têkiliyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê serfiraz in û amadebûna xwe ji bo her cûre hevkarî û hemahengiyekê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa karnameya reforman ya kabîneya 9an ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî yên di warê aborî û pirrengkirina çavkaniyên dahat û pêşvebirin û asankarîkirin ji bo hilberînerên navxweyî û derve û fêde wergirtin ji pisporî û ezmûna welatên Ewropî ji bo pêşde birina jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê kir.

Têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî, girîngiya berdewam bûna hevkarî û hemahengî û piştîvanî kirina hêzên Pêşmerge ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û çend mijarên din yên girîng yên hevbeş mijarên din yên civînê bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi serdaneke fermî gihîşt Belcîkyayê û ligel Serokwezîrê Flanders John Jambon civiya.

Şanda bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji Wezîrê Plandananê Dara Reşîd û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêk tê.