Serokwezîrê Flanders: Em dixwazin rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê baştir bikin

Serokwezîrê Herêma Flandersê Jan Jambon ji K24ê re ragihand; hevsoziya wî ji bo gelê Kurdistanê û doza Kurdan heye.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Flandersê Jan Jambon ji K24ê re ragihand; hevsoziya wî ji bo gelê Kurdistanê û doza Kurdan heye, ji ber ku doza Herêma Flanders û Herêma Kurdistanê gelek dişibin hev, her du alî jî xwedî otonomiya baş in, hêviya wan ew e ku tiştekî zêdetir bi dest bixin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Herêma Flandersê kir û di vê çarçoveyê de ligel Serokwezîrê Flandersê Jan Jambon civiya û li ser danûstandinên siyasî û aborî û herwiha bihêzkirina pêwendiyên herdu aliyan gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Flandersê Jan Jambon diyar kir: “Em ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyan, me çendîn mijar gotûbêj kirin, me behsa wê yekê kir ku em çawa bikarin rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê baştir bikin û pêş bixin, da ku seqamgîr bibe.”

Jan Jambon eşkere kir: “Jûra Bazirganî ya Herêma Flandersê planek amade kiriye, da ku ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê baştir bikin bi rêya hemahengiya aborî ya navbera bazirganiya herdu aliyan, mebesta vê yekê jî pêşxistina rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê ye.”

Li ser mijara alîkariya aware û penaberan, Jan Jambon destnîşan kir: “Yek ji wan mijarên sereke ku me li ser wan gotûbêj kir, rewşa aware û penaberan bû ku ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.”

Jambon diyar kir ku nişteciyên Herêma Flandersê %60 nişteciyên Belçîkayê pêk tîne, li Iraqê, Herêma Kurdistanê yekane herêma otonomî ye, ciyawazî heye di navbera her du herêman de, lê pêwendiyeke baş û bihêz û dîrokî heye di navbera her duyan de û got: “Hevsoziyeke me ya mezin ji bo doza Herêma Kurdistanê heye û em hevî dikin ku ev pêwendî berdewam bibin.”