Li Tirkiyê 6 hezar û 454 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 87 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 87 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 48 hezar û 428 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 9ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 454 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 558 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 306 hezar û 690 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 6 hezar û 647 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 179 hezar û 833 kesan.