Krîza benzînê li Rojavayê Kurdistanê didome

Qerebalix û kombûna welatiyan li ber benzînxaneyan têne dîtin

Qamişlo (K24) – Kêşeya kêmbûna benzînê li Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Desteya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê diyar dike ku krîza heyî ji ber xwesteka zêde ya li ser madeya benzînê ye.

Qerebalix û kombûna welatiyan li ber benzînxaneyan têne dîtin. Ajovanên taksiyan dibêjin ku ew demeke dirêj radiwestin, da ku benzînê bi dest bixin û car caran jî benzîn qut dibe û neçar dimînin ku otomobîlên xwe bisekinînin û bê kar bimînin.

Desteya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê diyar dike ku krîza heyî ji ber xwesteka zêde ya li ser madeya benzînê ye, sotemeniya heyî li hemû rêveberiyên bakur û rojhilatê Sûriyê tê dabeşkirin.

Herwiha eşkere dike ku gelek kes benzînê vedişêrin ji tirsa buhabûnê di rojên bê de, weke din qaçaxî jî bo derveyî Rojavayê Kurdistanê heye, ji ber ku nirxê benzînê li Rojava, li gor deverên din erzantir e.

Ji sedî 50 bîrên petrolê yên li Rojavayê Kurdistanê kar nakin, sedema wê jî ew e ku firotin kêm e û kargeh û parzûngehên xwecihî, ne pêşketî ne û benzînê di asteke baş de dernaxin.