Almanya: Divê em li hember Çîn û Rûsyayê yek helwest bin

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ji G7 daxwaz kir ku li hember Rûsya û Çînê, bibin xwedî yek helwest.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ji G7 daxwaz kir ku li hember Rûsya û Çînê, bibin xwedî yek helwest.

Heiko Maas ji rojnamevanan re diyar kir: “Eger me astengên vê serdemê bi wêrekî pesend kir, bi hev re bi awayekî çalak têkoşîn kir, em dikarin seqamgîriyeke nimûneyş di aborî û rewşa civakî de bi dest bixin. Bi taybetî ji aliyê pêwendiyên me yên ligel Rûsya û Çînê ve.”

Maas eşkere kir: “Em pêşwazî li vegera Amerîkayê bo lîstina rola xwe di asta navdewletî de dikin”

Biryar e îro civîna lûtkeya grûpa welatên heft, ku bi navm G7 tê nasîn, li herêma Cornwall a li başûrê rojavayê Îngiltereyê dest pê bike.