"PKKê destdirêjî li axa Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kiriye"

Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza piştî serdana deverên sînorî, ji Kurdistan24ê re axivî.
Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza
Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza

Hewlêr (K24) – Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza diyar kir; PKKê li deverên sînorî destdirêjî li axa Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerger kiriye.

Mihemed Riza ji Kurdistan24ê re diyar kir: “PKKê li deverên sînorî destdirêjî li axa Herêma Kurdistanê kiriye û êrîşî hêzên Pêşmerger kir, ew dever ji rewşeke metirsîdar derbas dibin, em weke Lijneya Asayîş û Berevaniyê, ji bo nirxandina rewşê û amadekirina raportek li ser vê mijarê, hatin erkdarkirin.”

Riza destnîşan kir: “Me bi çavên xwe dît ku artêşa Tirkiyê li herêmê ye û herwiha PKK jî li herêmê heye. Divê ev kêşe were çareserkirin, çimkî çendîn encamên aborî û siyasî û serbazî jê derdikevin, divê her du alî vekişin.”

Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê diyar kir: “Em li Iraqê rê didin penaberên siyasî, lê belê rê nadin ku çekdarên biyanî werin nav axa Iraqê û êrîş bikin ser welatên cîran, herwiha nabe hincet bidin Tirkiyê ku were nav axa Iraqê.”

Mihemed Riza eşkere kir: “Weke ku me dît, li sînorê bajarokê Derkar zêdetirî 40 gundan zirar dîtine û xelkê wan aware bûne. Amêdî jî bi heman şêwe, şerê PKK û Tirkiyê li wê deverê zirareke mezin gihandiye ji çandinî û ajaldarî û heta geştyarî jî, eger sînorek li ber vê rewşê neyê danîn, dibe ku rewş ber bi xirabtir ve biçe.”