Serokwezîr Mesrûr Barzanî vegeriya Hewlêrê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 11ê Hezîranê piştî serdana xwe ya Belçîka û Yûnanistanê vegeriya Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 11ê Hezîranê piştî serdana xwe ya Belçîka û Yûnanistanê û encamdana çendîn civîn û hevdîtinên ligel rayedarên payebilind ên wan welatan, vegeriya Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda pê re, ku serdana Belçîka û Yûnanistanê kiribûn, duh vegeriyan Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî di wan serdanên xwe yên Ewropayê de, ligel Serokwezîrê Belçîkayê, Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belçîkayê, Serokwezîrê Herêma Flandersê, Serokwezîrê Yûnanistanê û Wezîrê Derve yê Yûnanistanê civiya û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û wan welatan, herwiha geşedanên li Iraq û herêmê gotûbêj kirin.