Heyder Şeşo: Grûpên Heşda Şeibî û PKKê li nav Şingalê ne

Fermandarê Hêzên Êzîdxan Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand; grûpên ser bi Heşda Şeibî û PKKê li nav Şingalê ne.

Hewlêr (K24) – Fermandarê Hêzên Êzîdxan Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand; grûpên ser bi Heşda Şeibî û PKKê li nav Şingalê ne û hikûmeta Iraqê bi ti awayî pabendî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de nebûye.

Heyder Şeşo nîgeraniya xwe nîşan da, ku Neteweyên Yekbûyî weke pêwîst ji bo vegerandina awareyên Şingalê nexebitiye. Tevî ku bi dehan kampên awareyan li Iraqê hatine girtin û aware vegerandine ser cih û warên xwe, lê ti zemînsaziyek ji bo vegerandina awareyên Şingalê nehatiye kiriye.

Fermandarê Hêzên Êzîdxan diyar kir ku hikûmeta Iraqê niha navekî nû dide wan hêz û grûpan, ku li gor rêkeftinê divê ji Şingalê derkevin, ev jî ji bo ku rewatiyek bide wan hêz û grûpên çekdarî, da ku li Şingalê bimînin, di rastiyê de ew hêz û grûp, bûne sedema cîbicînekirina wê rêkeftinê, bi taybetî çekdarên Heşda Şeibî û PKKê.

Heyder Şeşo destnîşan kir ku hemû berpirsyariya cîbicînekirina rêkeftina Şingalê di stûyê hikûmeta Iraqê de ye, ku bi rastî ti baweriyeke hikûmeta Iraqê bi wê rêkeftinê tune ye.

Şeşo eşkere kir ku civaka navdewletî di asta çaverêkirina wan de nebûye li hember vê rêkeftinê, çimkî di erkê çavdêrîkirinê de ti zextek ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê bi kar neaniye.