Girîngiya serdana Mesrûr Barzanî bo Atînayê di nêrîna medyaya Yûnanistanê de

Medyaya Yûnanistanê bi girîngî behsa serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Atînayê û hevdîtina û wî ligel Serokwezîr û berpirsên bilind ên welatê xwe dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Yûnanistanê bi girîngî behsa serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Atînayê û hevdîtin û civîna wî ligel Serokwezîr û berpirsên bilind ên welatê xwe  dikin.

Di wê derbarê de rojnameya rojane ya Yûnanistanê belav kir, “Îro Serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis li koşka Maximos pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir ku yekem car e serdana welatê me dike.” Got jî: “Di civînê de guftûgo derbarê hevkarî û girîngîpêdana hevbeş di warê aborî û rewşenbîrî de hatin kirin û her du aliyan amadehiya xwe ji bo wê hevahengiyê nîşan dan.”

Wê rojnameyê nivîsî: “Di civîna her du serokwezîran de, tekez li ser hejmarek pirsên din ên cihê girîngiya her du aliyan e hate kirin, ji wan jî parastina ewlehî û aramiya navçeyê û rêzgirtina li yasa û bineyamên navdewletî û cîrantiya baş.”

Di civînê de her yek ji Wezîrê Derve yê Yûnanstanê Nikos Dendias, Wezîrê Dîplomasî û Aboriyê Kostas Frangogiannis, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Yûnanistanê Thanos Dokos û hejmarek din ji berpirsên wî welatî amade bûn.

Herwiha rojnameya “The Toc” a Yûnanistanî bi girîngî behsa serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo welatê xwe û pêşwazîkirina wî ji aliyê Serokwezîrê Yûnanistanê ve kir û manşêta sereke ya wê rojnameyê bû û nivîsî: “Bo yekem car Mesrûr Barzanî ji aliyê Serokwezîr Kiriakos Miçotakis ve pêşwazî lê hate kirin û çend pirs û mijarên girîng guftûgo kirin.”

Pêgeha eliktironî “Netewe” ya Yûnanistanê jî belav kir, “Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo cara yekem serdana Yûnanistanê kir û ji aliyê Serokwezîr Kiriakos Miçotakis ve pêşwazî lê hate kirin.” Destnîşan kir jî, “Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li wê kirin ku parastina aramiya navçeyê û rêzgirtina li yasayên navdewletî armanca her du aliyan e.”

Rojnameya “Hema” a Yûnanistanê jî bi heman awayî behsa serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo wî welatî kir û nivîsî: “Her du serokwezîran pirsa aramiya navçeyê bi awayekî berfireh guftûgo kirin.”