Bi hatina Havînê re gelek kes berê xwe didin derya û keştiyan

Hezkiriyên deryayan jî ji bo ku demsaleka xweş ya Havînê derbas dikin berê xwedidin bazar û fuarên keştiyan.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Bi hatina heyvên Havînê re êdî gelek kes ji bo geşt û gerê berê xwe didin deryayan. Hezkiriyên deryayan jî ji bo ku demsaleka xweş ya Havînê derbas dikin berê xwedidin bazar û fuarên keştiyan. Kompaniyên keştiyan jî ji bo ku bala kiryaran bikşîne ji keştiyên ji bo keyf û şahiyê bigirin yên wek karavanan her cûre keştiyên xweş tînin pêşberî hezkiriyên deryayê.

Li gel hemî metirsîya koronayê bi hatina heyvên Havînê re êdî gelek mirov plana geşt û gerê dikin. Ji bo hinek kesan geşta herî xweş geşta li cihên dîrokî û çandî ye, lê ji bo gelek kesan jî dema behsa geştê tê kirin avên hêşîn yên deryayan tê bîra wan. Ji bo hezkiriyên deryayê keştî û belem yek jî xweşiya herî mezin e. Lewma hilberînerên keştiyan jî êdî li gor daxwaza hezkiriyên deryayê ji keştiyên wekî karavanan bigirin heta yên ji bo keyf û şahiyan her cûre keştiyan hildiberînin. Xwediyê yek ji kompaniya keştiyan Ayşegul dibêje ji ber koronayê êdî gelek kes dixwazin keştiyên biçûk yên şexsî bikirin lewma wan jî ji bo hemî pêwîstiyên kiryaran tişt di van keştiyan de bicih kirine.

Xwediya Kompaniya Keştiyan Eyşegul ji K24ê re got: “Keştiyên me piranî ji bo wan kesên ku dixwazin hem keyfê bikin hem jî bigerin hatiye çêkirin.Di keştiyên me de ji siwana li ser keştiyê bigirin heta sîstemên mûzîkê û cihên ji bo rûnistin û razanê hertişt hene.Piştî koronayê daxwazek zêdetir li ser van keştiyên biçuk çêbûye êdî gelek kes li şûna bi keştiyên qerebalix geştê bikin berê xwe didin van keştiyan.Em jî hewl didin ji bo van daxwazan keştiyan hilberînin.”

Di heyvên Havînê de taybetî kesên mereqdarê leza li ser deryayê berê xwe dikin keştî an jî beleman. Ev keştî û belemên ku hem ji aliyê aborî ve erzan hem jî ji aliyê saxlemiyê ve kêrî hemû cure aktîvîteyên deryayê tên eleqeyek mezin dibînin.

Xwediyê Kompaniya Keştiyan Îshak Aytut dibêje: “Ji kesên ku werzişên deryayê dikin heta masîgir û kesên li ser deryayê û bin deryayê werzişê avê dikin eleqeyek mezin didin belemên zodîak. Yek ji taybetmendiya van keştiyan ewe ku hem bihayê wan li gor keştiyên din erzantir e hem ji gelek siviktir in lewma mirov dikare bi xwe re bibe her cihan .Ji ber van hemû taybetmendiyan ev belem herdem eleqeyek mezin dibîne.”

Li Tirkiyê bi hatina Havînê re gelek welatî ji bo ku bi malbatî yan jî wek şexsî demsaleke xweş derbas bikin di van rojan paşiyê de taybetî berê xwe didin herêma deryaya navîn. Li gel vê yekê kesên ku dixwazin keştiyeke bi dilê xwe bikirin berê xwe didin bazar û fuarên ku her cûre keştî têne nîşandan.