Hejmarek top li nava bajarê Efrînê ketin.. Hejmarek sivîl şehîd bûn

Îro danê êvarê hejmarek top li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ketin û tê de hejmarek sivîl şehîd bûn.
Ketina topan li ser bajarê Efrînê
Ketina topan li ser bajarê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro danê êvarê hejmarek top li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ketin û tê de hejmarek sivîl şehîd û birîndar bûn.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re, îro demjimêr 6ê êvarê 5  top li nava bajarê Efrînê ketin, di encamê de welatiyekî sivîl şehîd bû û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Diyar kir ku çend top li taxa Vêlat, topek li riya Mazotê, topek nêzîkî Dibistana Feysel Qedûr, topek li riya Maratê ketin.

Piştî wê êrîşê bi demjimêrekê, 4 topên din li nava bajêr ketin ji wan jî topek li nexweşxaneya Efrînê ket û tê de hejmarek bûn qurbanî û nexweşxane ji kar derketî.

Li gor zanyariyên K24ê jî, topek li mala diktor Emîn Qoşo yê li ser riya Maratê ket û diktor şehîd bû.

Li gor zanyariyên K24ê, di her encama êrîşa li ser Efrînê de heta niha 18 kes hatine kuştin û 35 kes birîndar bûne.