Xelkê Duhokê ji kiryarên PKKê nîgeran in
Duhok (K24) – Xelkê parêzgeha Duhokê ji kiryar û destdirêjiyên PKKê nîgeran in û dibêjin; qasî ku PKKê zirar daye Pêşmerge, ewqas zirar nedaye artêşa Tirkiyê. Herwiha destnîşan dikin ku Herêma Kurdistanê aram e, lê belê PKK artêşa Tirkiyê dikşîne nav axa Herêma Kurdistanê û rê li ber dagirkirinê vedike.
Li nav xelkê bajarê Duhokê, kiryarên PKKê bûye mijara sereke, welatiyên li Duhokê dibêjin ji ber PKKê rewşa deverên sînorî bi temamî têk çûye û bila biçin li Bakurê Kurdistanê xebatê bikin.
Welatiyekî nişteciyê Duhokê dibêje ku hemû Kurdên dilsoz bi kiryarên PKKê nîgeran bûne, sînorê wan heye û cihê xebata wan diyar e.
Çavdêrê siyasî Mihemed Amir Dêrşewî ji K24ê re diyar kir ku her derekê dema derfeteke baş ji bo Kurdan derkeve pêş, PKK wê derfetê dike armanc, berpirsên PKKê li dijî hemû berjewendiyên gelê Kurd in.
Çendîn sal in PKK hemû hêzên xwe ji axa Bakurê Kurdistanê vekişandiye û ji nav axa Herêma Kurdistanê li hember artêşa Tirkiyê şer dike, bi vê yekê jî artêşa Tirkiyê dikşîne nav axa Herêma Kurdistanê. Herwiha êrîş dike ser hêzên Pêşmerge, di nava du hefteyên borî de 6 Pêşmerge şehîd kirin û 7 Pêşmerge jî birîndar kirin, di heman demê de ti ziyanek nedane artêşa Tirkiyê.