Pênc gundên Kanî Masê ji ber şerê PKK û Tirkiyê vala bûn

Rêveberê Nahiya Kanî Masê Serbest Akrêyî ragihand; heta niha pênc gundên ser bi nahiyê ji ber şerê PKK û Tirkiyê vala bûne.

Duhok (K24) – Rêveberê Nahiya Kanî Masê Serbest Akrêyî ragihand; heta niha pênc gundên ser bi nahiyê ji ber şerê PKK û Tirkiyê vala bûn û tenê li gundê Kêste, nêzîkî milyarek û 750 milyon dînar zirar gihiştiye nişteciyên gund.

Serbest Akrêyî ji K24ê re diyar kir; ji ber şerê PKKê heta niha pênc gund vala bûne, ji bo diyarkirina zirar û ziyanan, me lijneyek pêk anî, em her roj zirarên ku derketine holê, tomar dikin, tenê li gundê Kêste, nêzîkî milyarek û 750 milyon dînar zirar gihiştiye nişteciyên gund.

Akrêyî eşkere kir ku ji ber şerê PKKê nêzîkî 10 hezar donim rez û bax û zeviyên li sînorê nahiya Kanî Masê şewitîne.

Rêveberiyê Nahiya Kanî Masê destnîşan kir ku her du binkeyên tendirustiyê yên gundên Edinê û Kêste ji ber şerê PKK û Tirkiyê hatine girtin.

 

Li aliyê din, ji ber şer û pevçûnan, welatiyên sînorê Akrê ji bo komkirina berhemên sirûştî û hingiv, nikarin biçin deverên çiyayî, welatiyên ku salên borî bi rêya komkirina berhemên sirûştî û hingiv berê xwe didan deverên çiyayî yên Akrê, dibêjin ku şerê PKK û Tirkiyê zirar gihandiye wan û ew nikarin debara xwe dabîn bikin.