PDK: PDK-S her dem parêzvaneke dilsoz a mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye

PDK: PDK-S ji bo yekrêziya gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê, gavên mezin û girîng avêtine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) wek yekem partiya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî PDK-Sê kir.

Berî 64 salan û roja 14ê Hezîrana 1957an, Partiya Demokrat a Kurditanê wek yekem partiya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hat damezirandin. Polîtburoya PDKê bi vê boneyê peyameke pîrozbahiyê arasteyî PDK-Sê kir û tê de got: “Bi boneya 64 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê – Suriyê, em germtirîn pîrozbayiyên xwe li we, kadro, endam û alîgirên partiya we ya xebatkar û dêrîn dikin û hêvîdar in her dem hûn di pêşketin û serkeftinê de bin û di xebata xwe de berdewam bin ji bo bidestxistina tevahiya armancên rewa yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê.”

Di peyama Polîtburoya PDKê de hat: “Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye wek yekem partiya siyasî ya Kurdî li Kurdistana Sûriyê, berî 64 salan di rewşeke siyasî ya girîng a navdewletî, herêmî û nevxweyî ya Sûrî de hat damezirandin, bi armanca komkirina hewl û karînên gelê Kurd li Sûriyê û arastekirina wê ji bo bidestxistina tevahiya mafên siyasî û netewî ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha got: “Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye yek ji partiyên resen e ku di dirêjahiya xebata xwe ya siyasî û dîrokî de, her dem parêzvaneke dilsoz a mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûye û di westgehên cuda yên xebat û têkoşînê de, rola wê ya bi bandor û girîng hebûye û di wê riyê de jî gelek qurbanî dane û di wê de jî berdewam e. Bi armanca yekxistina rêzên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê jî gavên mezin û girîng avêtine, bi taybet di damezirandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ku ji bo dîroka xebata azadîxwaz û demokrasîxwaz li Rojavayê Kurdistanê cihê şanaziyê ye.”

Di beşeke din a daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hatiye, “Partiya me, Partiya Demokrat a Kurdistanê weke hevpeymaneke berdewam a xebat û têkoşîna hevbeş, her tim xebatên we yên serkeftî bilind nirxandiye û dinirxîne. Her ji destpêkê şoreş û bizava rizgarîxwaz a gelê me bi rêbertiya Barzaniyê Nemir ku darêjerê bingeha bihêz û hevbeşiya wê hevxebatê bû ji bo karkirin û bihêzkirina bizava me ji bo gihîştina azadî, demokrasî û aştiyê.”