Li Diyarbekirê 9 kes bi tometa PKK hatin desteserkirin

Li 3 navçeyên diyarbekirê 9 kes bi tometa alîkarîkirina PKKê hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li 3 navçeyên Diyarbekirê; Rezan, Peyas û Erxeniyê hêzên asayîşê avêtin ser 12 avahiyan û 9 kesên ku tê îdîakirin pêwendiyên wan bi PKKê re hene, hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, li derdora navçeya Liceyê di operasyona bi navê “Yildirim-7” de hin materyalên dijital hatin bidestxistin û di encama lêkolînên li ser wan materyalan navên 9 kesên ku tê îdîakirin piştgiriya PKKê kirine hatine destnîşankirin.

Li ser vê yekê, hêzên asayîşa Diyarbekirê avêtin ser 12 avahiyên li navçeyên Rezan, Peyas û Erxeniyê û 9 kesên ku tê îdîakirin piştgiriya PKKê kirine hatin desteserkirin. Lêpirsîna li ser her 9 kesan berdewam dike.