Beşîkçî: PKK dixwaze statuya Herêma Kurdistanê ji nav bibe

Civaknas û Dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkçî radigihîne, armanca PKKê, jinavbirina statuya Herêma Kurdistanê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Civaknas û Dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkçî radigihîne, armanca PKKê, jinavbirina statuya Herêma Kurdistanê ye.

Îsmaîl Beşîkçî ji K24ê re ragihand, ti bingeheke rewa ji PKKê re nîne ku êrîşî ser hêza Pêşmerge bike û got: “Ewa PKK li dijî Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dike, qebûlnekirina Hikûmeta Kurdistanê ye. Ew dixwaze statuya Herêma Kurdistanê ji nav bibe.”

Bêşîkçî got jî, ji sedsala borî ve komplo û pîlanên navdewletî li dijî gelê Kurdistanê tên danîn û êrişên PKKê li dijî Pêşmerge jî, beşek ji wan komplo û pîlanên navdewletî yên li dijî Herêma Kurdistanê ne.”

Wî dostê gelê Kurdistanê da zanîn, PKK li dijî dewleta Kurdî ye û ji bo berjewendiyên welatên herêmê, dijîtiya her hewlekê ji bo avakirina dewleta kurdî dike.

Bêşîkçî tekez kir, ji ber ku PDK partiyeka serxwebûnxwaz e û rêbertiya referanduma serxwebûna Kurdistanê kir, berdewam rastî êrişa PKKê tê.

Destnîşan kir jî, “PKK piştevaniyê li mafê dewletbûna Filistînê dike, lê li dijî dewleta Kurdî ye.”