Lêkolîna li ser doznameya girtina HDPê 21ê Hezîranê dest pê dike

Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê ragihand ku, ew dê lêkolîna li ser duyemîn doznameya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 21ê meha Hezîranê de bidin destpêkirin.
HDP
HDP

Enqere (K24) - Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê ragihand ku, ew dê lêkolîna li ser duyemîn doznameya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 21ê meha Hezîranê de bidin destpêkirin.

Piştî lêkolîna doznameyê delegasyona Dadgeha Destûra Bingehîn dê biryar bide, ka dê dozname were qebûlkirin yan na?

Eger dozname were qebûlkirin dê bo parêziya pêşîn ji HDPê re were şandin. Piştî ku her du alî jî difaya xwe bikin, 15 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn dê li ser girtina HDPê deng bidin. Eger ji 9 endaman zêdetir dengê erê were bikaranîn, proseya girtina HDPê dê dest pê bike.

Di meha Adarê de jî Serdozgeriya Komarî bo girtina HDPê doznameyek amade kiribû. Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber hin kêmasiyên di nav doznameyê de, dozname ji paş ve şandibû