Konsulê Amerîkayê: PKK li cem me di lîsteya rêxistinên terorê de ye
Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî îro bi amadebûna hejmarek parlamenterên devera Zaxo, Berwarî Bala û Amêdiyê, pêşwazî li Konsul Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Rob Waller û şanda ligel wî kir.
Hêmin Hewramî li ser hesabê xwe ya facebookê ragihand; di destpêka civînê de Konsulê Giştî yê Amerîkayê Rob Waller ji ber şehîdkirina şeş Pêşmergeyan ji aliyê PKKê ve sersaxî da û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest.
Li ser mijara destûrê û pêngavên herî dawî û projeyasaya dadgeha tawakarî ya taybet bi tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê, Hêmin Hewramî ragihand: “Li ser vê mijarê gotûbêj hat kirin û pêngavên herî dawî û karê lijneya taybetmend a li ser vê projeyasayê hat eşkerekirin.”
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê diyar kir: “Li ser rewşa deverên sînorî, me destnîşan kir ku helwesta parlamentoyê li dijî şer e û me çendîn car aniye ziman ku divê PKK û Tirkiye şer û pevçûnên xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bixin.”
Hêmin Hewramî eşkere kir: “Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Amerîkayê diyar kir ku helwesta Amerîkayê li ser PKK zelal û eşkere ye û di nav lîsteya wan rêxistinan de ye ku kiryarên terorîstî encam didin.” Herwiha destnîşan kiriye: “Me beriya niha jî di dema êrîş û şehîdbûna wan Pêşmergeyan de bi daxuyaniyekê ew kiryar şermezar kiriye.”
Di dawiya hevdîtinê de jî her du aliyan tekezî li ser zêdetir bihêzkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kirine.