Sandîkaya Karmendan: Aboriya Tirkiyê mezin dibe, lê hêjarî zêde dibe

Sendîkayên Karmendan: Daneyên fermî dibêjin Tirkiye aboriya xwe zêde kiriye, lê li nav civakê xizanî û hêjarî zêde dibe.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Jûre û Sendikayên karmend û kedkaran, li Diyarbekirê piştî ku Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê TUÎK ragihand ku Tirkiye ji %7 aboriya xwe mezin kiriye, bi daxwayaniyekî, daxwaza ku ew mezin bûn, li ser moçeyên wan jî bandor bike kirin. Di daxuayniyê de hat ragihandin ku moçeyên karmendan her diçe li hember bihabûn û enflasyonê dihele û hêjarî zêde dibe.

Jûre û sendîkayên karker û karmendan yên ser bi Federasyona Sendîqayên Kedkar û Karmendan KESK’ê li ber Saziya Bacê ya Diyarbekirê, bi şiyara ‘em jiyaneke baş a mirovî dixwazin û bila moçe bên zêde kirin’ daxuyaniyekî belav kirin. Bal hat kişandin  ku 20 sal berê karmendekî fermî bi moçeya xwe dikarî 25 çaryek zêr bistîne lê niha tenê dikare 6 çaryek bistîne.

Serokê Jûra Kedkarên Buroyan BES’ê yê Dyarbekirê Suphî Îzol daxuyand ku bi daneyên ku tên belav kirin, civak tê xapandin. Îzol balê kişand kul i nav welatî û civakê qeyrana aborî mezin dibe.

Suphî Îzol ji K24ê re got: “Hikumet dibeje ku em ji %7 mezin bûne, aborî û dahata me mezin buye. Em jî dibêjin ku ger dewlet mezin bûbe, divê gel û karmend jî jê sûdê werbigirin. Yanî divê moçeyên me jî li gor wê mezin bûnê bên zêde kirin. Feqet rastî ne wisa ye, lê ku ew dibêjin dewlet mezin bûye em jî zêdekirina moçeyên xwe dixwazin, ji berk u her diçe em ber bi paşve diçin, hêjarî û xizanî zêde dibin. Em hatine wê astê ku nikarin debara xwe bikin ku rewşa bazarê diyar e. Rewşa gel û karmendan ev e.”

Kermend radigihînin, li Tirkiyeyê li gor salekî berê berhemên ku di her malekî de nebe nabe, yên wek rûn, şekir, savar  û xurekên din yên bingehîn ji %100 û %300 zêde bûne, lê moçeyên karmend û karkeran û dahata welatiyan wek xwe ye yan jî kêmtir bûye.

Huseyîn Şan jî tîne ziman ku bi salan e, tomerîfiroşî dike, lê di van 2 salên dawî de her berhemek kêmtirîn ji %300 zêde bûye û gelek welatî ji ber hêza wan nagihê berheman li ber qasa kargehên di cîh de dihêlin.

Huseyîn Şan dibêje: “Fiyetên berheman li gor salên borî gelek zêde bûne. Li gor sala berê îsal di navbera fiyetan de kêmtirîn 3 qat ferq heye. Rûn, şekir, birinc, çay û her tişt bi wî awayî ne. Fiyet gelek giran bûne û welatî jî gelek mexdûr dibin. Dema ku fiyet giran dibn, firotina me jî dadikeve ji ber ku hêza kirîna welatiyan nema ye.”

Rêvebirên saziyên sivîl jî dikandar jî radigihînin ku daneyên ji aliyê rayedar û saziyên fermî ve tên ragihandin bi rewşa rastî re ne wek hev in û dîsa kirê û fiyetên avahiyan û bacên li ser berheman jî her diçin zêde dibin û ev jî welatiyan dike rewşeke xirabtir.