Berpirsekî Yekîtiya Ewropa: Duhok di warê azadiya derbirînê de baştirîn parzêgeh e

Duhokê li ser asta Iraq û Kurdistanê pêşwazî li hejmareke mezin a koçberan kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê Vincent-Guillaume Poupeau di hevdîtinekê de ligel Parêzgarê Duhokê Elî Teter de ragihand, Parêzgeha Duhokê, li ser astê Iraq û Herêma Kurdistanê, baştirîn parêzgeh e di warê azadiya derbirînê de.

Li gor daxuyaniya Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgeha Duhokê, Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê Vincent-Guillaume Poupeau serdana parêzarê Duhokê kiriye û guftûgo derbarê aloziyên li ser sînorê wê parêzgehê rû didin kiriye ku bi sedema şerê PKKê û Tirkiyê, hejmareke mezin ji gundan vala bûne.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de behsa rewşa koçber û penaberên ku ji ber şerê li dijî DAIŞê berê xwe dane parêzgeha Duhokê kirine hatiye kirin û hat gotin, Duhokê li ser asta Iraq û Kurdistanê pêşwazî li hejmareke mezin a koçberan kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Duhokê spasiya Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê kir, ji bo ku ew bi berdewam hevkariyên Yekîtiya Ewropa digihîne koçber û penaberan.