Avahiya HDPê li Izmîrê rastî êrîşê hat û kesek hat kuştin

Kesekî êrîş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmirê kir, agir berda avahiyê û karmendeke HDPê jî kuşt.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesekî êrîş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmirê kir, agir berda avahiyê û karmendeke HDPê jî kuşt.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Ûlûç piştrast kir, êrîşkar karmenda di avahiyê de kar dikir ya bi navê Deniz Poyraz kuştiye.

Peyamnêra K24ê diyar kir, îro êrîş li ser avahiya HDPê ya li Izmîrê hate kirin û di encamê de karmendeke HDPê hate kuştin. 

Da zanîn jî, piştî êrîşê hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê û êrîşker jî desteser kirin.

Navenda Giştî ya HDPê li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û ragihand, kesekî bi çek êrîşî avahiya wan ya Îzmîrê kiriye, agir bi avahiyê xist û karmendekî HDPê jî kuşt.

Di daxuyaniyê de HDP dibêje: “Ji ber ku partiya me bi mehan bû hem ji aliyê partiya desthilatdar û Wezareta Navxwe ve wek armanc hatiye nîşandan, bi mebesta derxistina provokasyonê berê hinek malbatan dan partiya me û di encamê vê de îro demjimêr 10:30ê avahiya me ya li Îzmîrê rastî êrişê hat.”

Parêzgariya Îzmîrê di daxuyaniyek de ragihand, karmanendekî tendirustiyê yê bi navê O. G ku pêştir bi xwe dest ji kar berdaye, ketiye nav avahiya HDPê û karmendeke jin di avahiyê de kuştiye.

Parêzgariyê daye xuyakirin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Deniz Poyraz