Sancar: Desthilat ji êrîşan berpirsyar e

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li ser bûyera êrîşa li dijî avahiya HDPê ya li bajarê Îzmîrê axivî.
HDP
HDP

Enqere (K24) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li ser bûyera êrîşa li dijî avahiya HDPê ya li bajarê Îzmîrê ku di encama êrîşê de karmenda HDPê Denîz Poyraz hat kuştin, daxuyaniyek belav kir. Sancar di daxuyaniya xwe de got, ji kuştina Denîz Poyraz û êrîşên li ser HDPê desthilat û şîrikê desthilatê partiya netewperest, berpirsyar e.

Mîthat Sancar diyar kir: “Danê sibê kesekî ku di destê wî de çek, bi awayekî ev qas hêsan tê navenda HDPê û dikeve hundir, bi sedan polîsên li derdorê jî bêdeng dimînin.”

Sancar destnîşan kir: “Îro armanca wan kesan komkujî bû. Yên ku nikarin bi rêya hiqûq û siyasetê me têk bibin, niha jî kujerên xwe yên biçek dişînin ser me.”

Herwiha got: “Bûyerên piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê jî em ji bîr nakin, me hewl û senaryoyên wiha hingê jî dîtibûn. Em bi mehan e dibêjin, desthilat bi her rêyekê hewl dide opozîsyona demokratîk bêdeng bike. Armanca Doza Kobanê jî Doza Girtina HDPê jî ev e.”