Saziyên sivîl êrîşa li ser avahiya HDPê şermezar kirin

Li Diyarbekirê 27 sazî û komeleyên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşa ku li bajarê Îzmîrê li HDP’ê hatibû kirin û di encamê de jî xebatkareke HDPê Denîz Poyraz hatibû kuştin, şermezar kirin.
27 saziyên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşa ser HDPê û kuştina Denîz Poyraz şermezar kirin
27 saziyên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşa ser HDPê û kuştina Denîz Poyraz şermezar kirin

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê 27 sazî û komeleyên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşa ku li bajarê Îzmîrê li HDP’ê hatibû kirin û di encamê de jî xebatkareke HDPê Denîz Poyraz hatibû kuştin şermezar kirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren li ser navê saziyan daxuyaniyê xwend û bal kişand ku di 5 salên dawî de zimanê ku tê bikaranîn û bê ceza hiştina tawanbarên van êrîşan dibe sedem ku berdewam bikin.

Nahît Eren da zanîn ku ev êrîş li ser ewlehî û aramiya hemû civakê ye û divê hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl li hember van bûyeran xwedî helwesteke zelal bin da ku pêşî lê bê girtin.

Duh pêncşemê 17ê Hezîrana 2021ê kesekî êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmirê kir û agir berda avahiyê. Herwiha êrîşkar karmendeke HDPê ya bi navê Denîz Poyraz kuşt.