Li Îranê di hilbijartinên serokomariyê de Îbrahîm Reîsî bi ser ket

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand; Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariyê de bi ser ket.
Îbrahîm Reîsî
Îbrahîm Reîsî

Navenda Nûçeyan (K24) – Televîzyona fermî ya Îranê ragihand; Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariyê de bi ser ket û %62 dengên dengderan bi dest xistin.

Îbrahîm Reîsî ku beriya niha Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê bû, li gor televîzyona fermî ya Îranê, di hilbijartinên serokomariyê ya roja înê de piraniya dengan bi dest xist.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî îro pîrozbahî li serkeftiyê hilbijartinan kir, lê navê Îbrahîm Reîsî negot û diyar kir ku ew ê heta navê wî bi fermî were ragihandin, li bendê be.

Roja înê 18ê Hezîrana 2021ê hilbijartinên Serokomarî û encûmenên şûraya bajar û gundên Îranê birêve çû, ji ber ku beşdariya xelkê di hilbijartinan de kêm bû, dema dengdanê sê caran hat dirêjkirin.

Berdevkê Encûmena Parastina Destûrê û Berpirsê Navenda Hilbijartinan a Îranê ragihand; piştî ku hewa hênik bû, di demjimêrên dawî de gelek kes hatin ser sindoqên dengdanê. Tevî vê yekê jî li gor amarên nîvfermî yên hatine ragihandin, %40 kêmtir deng hatine dayîn.

Li Îranê herî kêm li Tehranê deng hatine dayîn û li Rojhilatê Kurdistanê jî dengderan herî kêm li navenda bajarê Sineyê deng dane.