Şiyar Xelîl 22 sal in ajelan li gundekî Qamişlo xwedî dike

Şiyar Xelîl ciwanekî ji gundê Girbawî yê ser bi bajarê Qamişlo ve ye, ji 22 salan ve cureyên ciyawaz ên ajelan di zeviyekê de xwedî dike.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Şiyar Xelîl ciwanekî ji gundê Girbawî yê ser bi bajarê Qamişlo ve ye, ji 22 salan ve cureyên ciyawaz ên ajelan di zeviyekê de xwedî dike û piraniya demên xwe bi guhdana bi van ajelan derbas dike.

Şiyarê 37 salî ji 22 salan ve, xwedîkirina ajelên kedî wekû projeya xwe ya taybet hilbijartiye û bi hezkirineke bê sînor, jiyana xwe di nav wan de derbas dike. Ajelên li zeviya Şiyar, ji cureyên ku li deverê ne naskirî ne, xwedî deng û şêweyên ciyawaz in, Şiyar wan ajelan di rûbereke fireh di odeyên cuda cuda de xwedî dike.

Beriya sê mehan, hejmara ajelan li zeviya Şiyar digihştin 1500, lê di encama belavbûna nexweşiyekê di nav wan de, hejmarên mezin ji wan mirin û bi tenê derdora 300 ajelî mane.

Bi kedeke bê westane û guhdaneke taybet li wan dike û her ku ajelekî ji dest dide, bîranîneke bi êş di nava dilê wî de, cihê xwe dikole.

Şiyar di riya bazirganan re, ajelan ji welatên Ewropa Libnan û Başûrê Kurdistanê bo zeviya xwe tîne.

Nebûna piştgiriyê ji projiya wî re, metirsiyekê jê re çêdike ku di demekê de berdewamî bo wî zehmet be. Yek ji pilanên wî jî bo pêşeroê ew e ku ev proje bibe zeviyeke giştî, û deriyê