Serokwezîrê Herêma Kurdistanê lêkolîn li ser pêdawîstiyên nexweşxaneya Hêwa dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê du pêwendiyên telefonî de bi Wezîrê Tendirustiyê û Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê re kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di du pêwendiyên telefonî de bi Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî û Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî re, lêkolîn li ser arîşe û pêdawîstiyên nexweşxaneya Hêwa kir û ew raspardin da ku di zûtirîn dem de lêkolînan bikin û arîşeyên nexweşxaneyê çareser bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştevanîya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina hemû pêdawîstîyên nexweşxaneya Hîwa û hemû nexweşxaneyên dermankirina nexweşiya penceşêrê dubare kir û tekez kir ku nabe ti kêmxemî di pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê ji nexweşên penceşêrê re bên kirin.