Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li serokê nû yê Îranê kir

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest di serdema serokayetiya wî de, pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê ligel Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş bê pêşxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 19.06.2021, pîrozbahiya serkeftinê li Îbrahîm Reîsî kir ku duhî wek serokê nû yê Komara Îslamî ya Îranê hat hilbijartin.

Di nameyek dE ku bi vê helkeftê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşkêşî Serok Reîsî kir, ji bilî pîrozbahî û hêviya serkeftinê di post û erkê wî yê nû de, hêvî xwest di serdema Serokayetiya wî de, pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê ligel Komara Îslamî ya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş zêdetir bê pêşxistin û warên alîkariya Hewlêr û Bexda ligel Tehranê ji bo aramiya her du aliyan û navçeyê de bê berfirehtirkirin.