Rola dengbêjiyê di parastin û veguhastina zimanê Kurdî de

Heta niha rola sereke ya parastin û veguhastina zimanê Kurdî, rola çanda dengbêjiyê ye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Dema ku em behsa civaka Kurd bikin, Kurdî û dengbêjî li kû derê digihên hev û ji ku ji hev dikarin bên cuda kirin, gelek zehmet e. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê di salên dawî de li gel ku daxwazên ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê sazûmanbûnek û hewldanên berfireh hene, ji aliyê din de jî ew şopa ku zimanê Kurdî heta niha parastiye û veguhastiye, dengbêjî bi metirsiya nemanê ve rû be rû ye. Li Diwanxaneya Dengbêjan a Wanê dengbêj û şagirtên xwe bersiva pirsên me dan.

Li gel ku zimanê Kurdî, di nav dewlemendtirîn zimanên Cihanê de ye û yek ji qedimtirîn zimana ye, bi sedan sal e jî zext û fişar û hewldanên pişaftina Kurdan û Kurdî li ser axa Kurdistanê berdewam e. Heta niha di parastin û veguhastina zimanê Kurdî de roleke serekî, rola çanda dengbêjî ye. Lê dengbêjî jî di serdemên dawî de bi nivşên nû re kêm bibe jî, hêj jî bi hezkiriyên wê çandê hewla parastinê tê dayîn.

Dengbêjê navdar Îsmaîl Seyranoglû ku bi saziya Dîwana Dengbêja ya li Wanê hewla gihandina şagirtên nû yên dengbêjiyê dide, hem hewldanên dawî yên ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê hem jî girîngiya çanda dengbêjî nirxand.

Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû ji K24ê re got: “Nivşên nû li hember dengbêjiyê dûr dimînin û zêdetir berê xwe didin tiştên populer. Gelek jî muzîkên curereng derketine û bala wan li ser wan e û naxwazin dengbêjî fêr bibin. Loma li vê derê em hewl didin da ku berê ciwanan bidim vê çanda qadîm û girîng. Li vê derê em hewl didin da ku heskirina dengbêjî bi civanan re çê bikin û bi hişyariyekî berê wan bidin vê çandê. Dengbêjiya me dîrok e, dengbêjiya me parastvanê zimanê me ye, lawîtîya me ye, xemla buk û zavayê me ye, daeşt û zozanên me ye… yanî her tişteke Kurdewarî di nav wan sitranan de ye. Em diixwazin vê çandê bi nivşên nû veguhêin û bidomînin û pêkve jî arşiv bikin.”

Ciwanên ku bi heskirina dengbêjiyê ne û her hewla ku di wê şop û çandê de ciyê xwe bigrin didin jî hene. Bêrîtan radghîne ku hezkirina dengbêjî bi wê re, ji malbatê û li ser sîngê bavê wê pê re çê buye û paşê jî li gel Îsmaîl Seyranoglû hewla ku wek dengbêjên jin yên beriya xwe bibe dengbêj dest pê kiriye.

Şagirta dengbêjiyê Bêrîtan dibêje: “Ji 10 saliya xwe ve bala min li ser dengbêji ye. Em li gund dimînin û gelek caran elektrîk diçû. Dema ku elektrîk biçûya bavê min sitranên dengbêjî digot. Dema ku ew distêriya min serê xwe dadianî ser sîngê bavê xwe û evîna dengbêjî jî wisa l imin çêbû. Bavê min her carê nedigot tenê dema ku elektrîk diçû digot û min gelek caran di dile xwe de digot ‘xwezî elektrîk qut bibe’ da ku ez gohdariya bavê xwe bikim. Piştre jî li ser înternetê min gohdariya mamoste Seyranoglû kir û niha jî ew eşqa ji bavê hatiye wiha didome.”

Mahkûm Bêzarî jî ji zarokatiya xwe ve bi dengbêjî gotiye û tîne ziman ku hem dengbêjî hem jî çîrokên sitranên dengbêjî her ji bo wî ciyê meraqê bûne û dixwaze, di pêşerojê de wek dengbêjekî Kurd bê pênase kirin.

Şagirtê dengbêjiyê Mahkûm Bêzarî got: “Ev du sal in ku li vê derê perwerdehî dibînim. Heger ku wiha bipêşbikevim bawerim ezê xwe bigihînim ciyên gelek baş. Gelek xeyalêm min hene ku ez li rêya dengbêjiyê bêm nasîn û welatî bibêjin ev sitran ya felan kes e. Xeyalên wiha ne û helbet dixwazim serê mamosteyê xwe jî bilind bikim.”

Parastin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî û çanda dengbêjî, ji aliyê dengbêjên navnas û yên nû ve wek du nirxên bingehîn tên nirxandin û ew daxwaz dikin ku hemû civaka Kurd ji bo nixên xwe hewlên pêwist bidin.