Firokeyeke Tirkiyê otomobîleke PKKê li Şarbajêr bombebaran kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke şer a Tirkiyê otomobîleke PKKê li devera Şarbajêr ya li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Qaymeqamê Qezaya Mawet Kamran Hesen ragihand, Firkoyekeye şer a Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê li gundê Gelale yê devera Şarbajêr ya qezaya Mawet bombebaran kir.
Kamran Hesen got, li gor zanyariyên destpêkê, 2 çekdar hatin kuştin û çekdarekî din jî birîndar bû.
Qaymeqamê Qezaya Mawet diyar kir, çekdarên PKKê bi otomobîleke sivîlan hatibûn nava gundê Gelala û li wir ji aliyê firokeya Tirkiyê hatibû armanckirin.