Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê doznameya girtina HDPê qebûl kir

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, yekemîn lêkolîna li ser doznameya girtina HDPê bi dawî anî û doznameya girtinê qebûl kir.
Dadgeha Destûrê
Dadgeha Destûrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, yekemîn lêkolîna li ser doznameya girtina HDPê bidawî anî û doznameya girtinê qebûl kir.

Bi biryarê dadgehê re, proseya doza girtine bi fermî destpê dike.

Dageha Destûrê, piştî wergirtina bergiriyên HDPê û îdîayên Dozgerê Komarê, dê biryarê bide.

Li gor agahiyan, sê bijarde hene: Girtina HDP bi temamî, birîna alîkariya darayî û qedexeya siyasetê bo hin endam û rêveberên HDPê

Serdozgerê Dadgeha Bilind a Tirkiyê Bekir Şahîn diyarkir: “Hemû biryar, doz û daxuyaniyên rayedarên HDP'ê weke delîl hatine dîtin ku zêdetirî 800 rûpel e, tê xwestin ku 451 kes ji xebatên siyasî bên qedexekirin û li dijî hesabên bankayê yên HDP'ê rêkarên pêwîst bên girtin.”

Di dema borî de Dadgeha Destûrî ji ber kêmasiyan rapora Dadgeha Bilind ya derbarê dosyayê de red kiribû, pişt re jî doza girtina HDPê dîsa bo dadgehê hate şandin û vê carê jî Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê ev doz qebûl kir.

Li gor  Destûra Tirkiyê, ji bo girtina her partiyeke siyasî, birrîna beşek an hemû hevkariyên xezîneya dewletê ji ser wê partiyê, ji 15 endamên Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî, divê 10 endam dengê erê bidin biryarê .