Seyda: Girtina nivîsgeha Kurdistan24ê tekez dike ku demokrasî li cem PYDê tenê amrazek e

Ebdulbasit Seyda: Serkutkirina azadiya derbirînê û weşanê ji aliyê Rêveberiya Xweser – rêveberiya PYDê û hêzên ewlehiyê ve berdewam e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd ê Sûriyê û endamê berê yê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê Ebdulbasit Seyda radigihîne, desthilatdarên Rêveberiya Xweser – Rêveberiya PYDê bi berdewamî azadiya derbirînê û weşanê teperser dikin.

Ebdulbasit Seyda li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û nivîsî: “Serkutkirina azadiya derbirînê û weşanê ji aliyê Rêveberiya Xweser – rêveberiya PYDê û hêzên ewlehiyê ve berdewam e û dawî karê wan di warî de, girtina nivîsgeha kenala Kurdistan24ê ye.”

Ebdulbasit Seyda dibêje: “Ev karê PYDê, wê rastiyê tekez dike ku peyva demokrasî di ferhenga wê rêveberiyê de, tenê amrazek e ji bo kar û mebesta xwe bi kar tîne.”

Roja 20 Hezîrana 2021, hêzên Asayişa PYDê li Rojavayê Kurdistanê nivîsgehên Kurdistan24ê girtin û piştre jî daxuyaniyek belav kir û tê de got, Kurdistan24 gotara kîndariyê belav dike.

Piştre jî dezgeha Kurdistan24ê di daxuyaniyekê de ragihand, “Berpirsên Rojavayê Kurdistanê gelek baş rastiya karê Kurdistan24ê û berpirsiyartiyên wê yên neteweyî û niştimanî dizanin û baş jî dizanin ku Kurdistan24 her dem li eniya yekîtî û aştiya civakî bûye, lê xuya ye ku ew biryar bi fermana ji cîhekî din ve li ser wan hatiye sepandin.”