Proseya birêveçûna doza girtina HDPê dê çawa be?

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, doznameyê girtina HDPê bi yekdengî qebûl kir. Bi biryarê re proseya girtina HDPê destpê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, doznameyê girtina HDPê bi yekdengî qebûl kir. Bi biryarê re proseya girtina HDPê destpê dike. AK Partî ku hê berê bi girtinê re rûbirû mabû û rêyên girtina partiyên siyasî tund kiribû, lê niha di dema desthilata AK Partiyê de doz tê vekirin. HDP dozê wek tolvekirinê dibîne.

Civata Giştî ya Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, doznameya li ser girtina Partiya Demokratîka Gelan HDP, bi yekdengî qebûl kir. Bi biryarê re, proseya girtinê bi fermî destpê kir.

Dozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, Doznameya Girtina HDPê amade kiriye. Dozger îdîa dike, HDP bûye navenda çalakiyên terorê, gotin û kiryarên endamên HDPê Yekîtiya welat û hebûna dewletê kirine armanc.

Doznameyê sererastkirî duyemîn car 7’ê Hezîranê bo Dadgeha Destûrê hatibû şandin. Serokê Giştiyê HDPê Mîthet Sancar dabû xuyakirin, di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’ê de, AK Partî şikestineke mezin xwar û di heman rojê de şandina doznameyê nîşaneya tolvekirinê ye.

Proseya birêveçûna dozê dê çawa be?

Destpêkê HDP, di heyama şêst rojan de, dê bergiriya xwe pêşkêşî dadgehê bike û Dozger Bekir Şahîn, derbarî dozê de nêrîna xwe ya bingehîn bêje. Mafê HDPê heye careke din bergiriya xwe bike.

Civata Giştiya Dadgeha Destûrê, di proseya şeş mehan de, bo biryara dawî dê bicive. Ji bo girtina bitemamî, ji 15 endaman pêwîstî bi dengên 10 endaman heye.

Ji bilî biryara girtinê, eger heye budceya HDPê were birîn yan jî bo hin kesan qedexeya siyasî bo heyama pênc salan were dayîn.

13 sal berê bo AK Partî jî doza girtinê hatibû vekirin. AK Partî ji ber vê rêyên li ber girtina partiyên siyasî tund kiribûn.

HDP, proseya girtina partiyê û doza Kobanê wek hewla siyasî ya desthilatê dibîne ku rapirsî nîşan didin, dengên AK Partî û MHP daketine asta herî jêr.