Sancar: Doza girtina HDPê ji aliyê desthilatê ve hatiye vekirin

Hevserokên HDPê biryara Dadgeha Destûrê ya qebûlkirina doznameya girtina HDPê bi tundî rexne kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên HDPê, piştî civîna Encûmena Rêveberiya Navendî, biryara Dadgeha Destûrê ya qebûlkirina doznameya girtina HDPê bi tundî rexne kirin.

Piştî ku Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, yekemîn lêkolîna li ser doznameya girtina HDPê bidawî anî û doznameya girtinê qebûl kir, Hevserokên HDPê ligel parlamenter û rayadarên HDPê konfernaseke rojnamevaniyê li Enqerê li dar xistin.

Hevserokê HDPê Mîthet Sancar da xuyakirin, doz ji aliyê desthilatê ve hatiye vekirin û ew dixwazin bingeha siyaseta demokratîk tune bikin û li welat tevliheviyê dirust bikin, lê ewê heta dawî HDP biparêzin.

Mîthet Sancar got: “Em nikarin qebûlkirina doznameya girtina HDPê di çarçoveya yasayê de bibînin. Diviya bû dozname hatiba redkirin. Kuştina hevala me Denîz Poyraz nîşaneya hemû listikan û planên tevlihevkirinê ye. Ev operasyoneke siyasî û tunekirina siyaseta demokratîk e. piştî vê jî hêviya me heye, di proseya girtine de, Dadgeha Destûrê berpirsiyar tevbigere.”

Herwiha got: “Em baş dizanin, ev dozname di Navenda Giştiya MHPê de hatiye amadekirin û ji aliyê Koşka Serokomarîyê ve rewşa dawî hatiye dayîn. Dozgerê rasteqîne Desthilat e, parêzerê rasteqîne jî gelê Kurd û gelên Tirkiyê ne. Bila gumana ti kesekî nebe, emê HDP biparêzin û jîndar bikin.”