Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê: Girtina nivîsgeha Kurdistan24ê gefek li ser azadiya ragihandinê ye

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê girtina nivîsgeha Kurdistan24ê de bi tundî şermezar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Berevaniya li Azadiyên Rojnamegerî û Mafên Rojnamevanan di Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de girtina nivîsgeha Kurdistan24ê de bi tundî şermezar kir û ragihand, “Em vê biryarê wek gefekê li ser azadiya ragihandin, azadiya derbirînê û doza netewî dibînin.”

Komîteya Berevaniya li Azadiyên Rojnamegerî û Mafên Rojnamevanan di Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Bi biryarek ji Asayişa PYDê ve li Rojavayê Kurdistanê, nivîsgeha kenala Kurdistan24ê hate girtin, di demekê de ku em vê biryarê bi tundî şermezar dikin, em wê weke gefekê li ser azadiya ragihandin, azadiya derbirînê û doza netewî dibînin.”

Di daxuyaniyê de hat: “Em pêşbînî dikin ku ev biryareke siyasî ye û derdixe ku aliyê ev biryar girtiye, bûye aliyek ji nakokiyên siyasî, ta ku vê biryarê di bin bandora aliyekî derveyî sînorê wê herêmê girtibe.”

Herwiha got: “Ji ber wê, em di Komîteya Berevaniya li Azadiyên Rojnamegerî û Mafên Rojnamevanan di Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de, daxwazê lêvegera li vê biryarê di zûtirîn dem de dikin û mafê karkirina vê dezgehê ji nû ve bê dan, ji ber ku kanala Kurdistan24 bi awayekî pîşeyî kar kir û jêderek giring ji bo veguhastina nûçe û bûyerên Rojavaya Kurdistanê (Rojava) bû. Girtina nivîsgeha vê kenalê, tê wateya rawestandina çavkaniyeke girîng a agahiyan li Rojavayê Kurdistanê û ev yek xizmeta doza gelê Kurdistanê nake.