Fermandarekî bilind ê PKKê hûrgiliyên êrîşa ser hêzên Pêşmerge eşkere kir

Jiyanda hûrgiliyên şehîdkirina Berpirsê Asayîşa Serzêrê Xazî Salih Alîxan eşkere dike.

Hewlêr (K24) – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê tomara vîdeo ya fermandarê payebilind ê PKKê Ozgur Jiyanda belav kir, ku tê de hûrgiliyên şehîdkirina pênc Pêşmerge û şehîdkirina Xazî Salih Alîxan eşkere dike.

Fermandarê PKKê Înan Çelîk ku bi navê Ozgur Jiyanda tê nasîn û ji gundê Kindiras ê ser bi navçeya Tetwanê ya Bakurê Kurdistanê ye, eşkere kir ku di sala 2008an de tevlî PKKê bûye û di sala 2020an de gihiştiye pileya fermandariya eyaletê.

Ozgur Jiyanda ragihand ku ew di 9ê Hezîrana 2021ê de ji PKKê veqetiyaye.

Jiyanda hûrgiliyên şehîdkirina Berpirsê Asayîşa Serzêrê Xazî Salih Alîxan eşkere dike û dibêje ku li Herêmê gelek kesên ku bi welatparêziya xwe, bi welatperweriya xwe li ser karê xwe ne, bi navê sîxûriyê têne pênasekirin û tên kuştin û tên şehîdkirin, yek ji wan jî Şehîd Xazî ye.

Ozgur Jiyanda eşkere dike: “Şehîd Xazî însanekî ku di mala xwe de, li ser axa xwe bû, hinek tiştan ji bo PKKê nedixwest bike, ji bo vê yekê PKK ew weke hedef dabû nîşandan.”

Jiyanda dibêje: “Qasî salekê bû ji ber ku Pêşmerge were bisekine, hazirî dihate kirin, haziriyên weke; erd hemû hatibû mayînkirin, li gor pêwîstiyên ku li Pêşmerge bixe sîleh hatibûn bicihkirin, sîlehên giran, sîlehên sûîqestê, qenas hatibûn bicihkirin.”

Li ser bûyera şehîdkirina pênc Pêşmerge li çiyayê Metîna, Ozgur Jiyanda eşkere kir: “Di wê demê de kî li ser sîlehê bû nizanim, lê weke ku ez dizanim berpirsyarê wê Harun Dêrsim û Ozgur Rojava li ser wê sîlehê bûn.”