Neqîbê Rojnamevanên Kurdistanê: Her kesek rexne li binpêkirinên PKKê bigire, cihê xwe li Rojava nabîne

Neqîbê Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn: Biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê, biryareke siyasî ye.
Azad Hemedemîn
Azad Hemedemîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Neqîbê Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn ji K24ê re ragihand, biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê, biryareke siyasî ye û ti di wê biryarê de ti belgeyeke yasayî nîşan nedaye ku Kurdistan24 bûbe sedema dubereyîyê. Herwiha got jî, karbidestên PYDê di bin hejmûna PKKê de ne, her kesê rexne li binpêkirinên PKKê bigire, cihê xwe li Rojavayê Kurdistanê nabîne.

Neqîbê Rojnamevanên Kurdistanê got: “Tabloya hikumraniyê li Rojavayê Kurdistanê ne zelal e, bi taybet li hember azadiya karê rojnamegeriyê. Ji heyama 3 salan ve bi boneya dirustkirina Federesyona Rojnamegerên Kurdistanê, federesyoneke yekgirtî, em bi Yekîtiya Rojnamevanên Rojava re li ser xetê ne, di dema borî de jî ligel Yekîtiya Rojnamevanên Rojava me Yadaştnameyeke Hevtêgihîştinek îmze kir.”

Got jî: “Di Yadaştnameya Hevtêgihîştinê de, mebesta me ew bû, di warê pîşeyî de karê ragihandinê bi pêş ve bibin. Her çend e berî du mehan yasayeke nû ji Rêveberiyê Xweser derket û niha kar pê tê kirin, lê tiştê tê kirin ew e, karbestên PYDê yên di bin hejmûna PKKê de ne, ti rexneyekê qebûl nakin û her kesek rexneyan li binpêkirinên PKKê bigire, cihê xwe li Rojavayê Kurdistanê nabîne.”

Azad Hemedemîn diyar kir, “Di du salên borî de, îdareya PYDê ti rêzekê li dezgehên ragihandinê û yekîtiyên rojnamevanan û pîverên navdewletî yên azadiya rojnamegeriyê nagire û biryarên wan di bin hejmûna PKKê de derdikevin.”

Amaje bi wê jî da, rêveberiya PYDê biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê daye, lê belê ti belgeyeke yasayî diyar nekiriye ku Kurdistan24 bûbe sedema dubereyîyê. Ev biryar, biryareke siyasî ye.

Got jî, karê ragihandinê bûye amrezek ji bo yekalîkirina pirsên siyasî, ev jî ne li gor pîvanên navdewletî ye. Ji ber wê biyara girtina nivîsgehên Kurdistanê, ji Qendîlê derketiye, ne ji Qamişlo.

Neqîbê Rojnamevanên Kurdistanê da zanîn: “Di yadaştnameya hevtêgihîştinê de me gotiye, divê li Rojava azadî ji karê rojnamegeriyê re hebe, tevî ku biryar ne ji wê yekîtiya rojnamevanan e, lê hemû biryar bi awayekî siyasî tên dan. Wan daxwaz ji me kir ku em hevkar bin ji bilî dirustkirina Federesyona Niştimanî ya Rojnamevanan li seranserî Kurdistanê, ew yekîtî bibe endama Federesyona Rojnamevanên Navdewletî, lê belê serkirdeyên PYDê destêwedanê di karê rojnamegeriyê li Rojava dikin.”

Azad Hemedemîn tekez kir, “Bi şahidiya gelek rojnamevanan, bi taybet ew rojnamevanên li Rojava û li derve ne jî, Kurdistan24ê gelek bi pîşeyane rûmala bûyerên Rojavayê Kurdistanê kiriye. Armanc ji girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojave, tenê rêgirtina li gihandina zanyariyan e, ta ku tiştê li Rojavayê Kurdistanê rû dide neyê veguhastin û cîhan jê agahdar nebe.”