Tirkiyê kuştina serkirdeyekî PKKê li Silêmaniyê ragihand

Wezareta Bereveniyê ya Tirkiyê aşkere kiriye wan di operasyonekê de serkirdeyekî PKKê li parêzgeha Silêmaniyê kuştiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bereveniyê ya Tirkiyê aşkere kiriye wan di operasyonekê de serkirdeyekî PKKê li parêzgeha Silêmaniyê kuştiye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan di êrîşeke asmanî de li sînorê parêzgeha Silêmaniyê serkirdeyê PKKê yê bi navê UlaŞ Doxan “Ulaş Ferhad” kuştiye.

Herwiha Wezareta Bereveniyê ya Tirkiyê destnîşan kir, ev operasyon bi hevkariya dezgeha MÎTê pêk hatiye.

Ev di demekê de ye, roja 19ê Hezîranê de firokeyeke Tirkiyê otomobîlek li bajarokê Şarbajêr ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bombebaran kiribû û di encamê de 2 kes hatibûn kuştin û kesek jî birîndar bûbû.