Pêşangeha Ciwankariyê li Diyarbekirê dest pê kir

Pêşangeha xweşikî û kozmetîkê ya Diyarbekirê dê di navbera 23 û 26’ê Hezîranê de vekirî bimîne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Pêşangeha Ciwankarî û Kozmetîkê li Diyarbekirê dest pê kir. Pêşangeha ku ji bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dora 160 kompanya beşdar bûne de, teknolojî û berhemên kozmetîk û xweşikiiyê tên raxistin û danasîn. Beşdarên pêşangehê bal kişandin ku bi vî rengî pêşangeheke yekem hatiye lidarxistin û ciyê baldariyê ye.

Bi rabûna qedexeyên pandemiyê re, li Diyarbekirê pêşangeha sisêyan li ser ciwankariyê û kozmetîkê hat vekirin. Di pêşangehê de, zêdetirê kompanyayên beşdar jî, ji kompanyayên ku makîne û aletên kozmetîk û ciwankariyê hildebirînin pêk tê.

Rêvebirên Navenda Pêşangehên Mezopotamyayê Velat Ektîrîcî da zanîn ku ew hewla ku Diyarbekirê bikin nevanedeke pêşangehan didin û îsal ji 11 pêşangehan 3 li dar xistine ku hêj 8 pêşangehên din jî dê heta dawiya 2021’an bên li darxistin.

Rêvebirê Navenda Pêşangehên Mezopotamyayê Welat Ektîrîcî ji K24ê re got: “Me berê pêşangehên wekî vê pêşangehê çê kirin, lê bi vî rengî hem li Diyarbekirê, hem jî li heremê yekem car e ku pêşangeha xweşiyê tê ve kirin. Berê me pêşangeha zewacê û yên dişibiyan vê pêşangehê çê kiribû, lê wiha mijara xweşikiyê yekem car e, em çê dikin. Welatî jî eleqeyeke baş nîşan didin û em jî kêfxweş in. Belê em westiyan lê dema ku wiha encam baş bibe, ew betlandin namîne. Em kêfxweşin ku mêvan û şirîkên xwe li vê derê mêvan dikin û bajarê xwe bi pêşangehên cuda didin nasîn.”

63 kompanya, bi teqrîben 160 standan di pêşangehê de ciyê xwe girtin û her yek ji wan jî bi berhem û xizmetên xwe bawer ji  li dar xistina pêşangehê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Esra Guzel jî Rêvebira danasîn û firotina kompayayeka ku makîne û berhemên xweşikiyê hidiberîne ye û tîne ziman ku di warê baş kirina laş û xweşikiyê de, bi dehan cure berhemên xwe didin nasîn.

Esra Guzel dibêje: “Ev alet û cîhazên ku li vê derê ne, ji %80’ê wan em hildeberînin. Bi taybet em difiroşin, saziyên ku karê xweşikiyê dikin, nexweşxane û klînikên tenduristiyê. Di nav cihazan de yên ku mirovan ji kiloyên zêde rizgar dikin hene, yên ku rahênên laş aktîv dikin hene û yên li ser cureyên xweşikkirinê hene. Li gel alet û cîhazan, berhemên din jî hene.”

Welatî û xwediyên kargehên xweşikiyê jî l pêşangehê derfetê ku hemû teknolojî û berhemên nû û cuda pêkve bibinin bikar anîn û serdana pêşangehên dikin.

Seren Karadûman jî li Dİyarbekirê karê ciwankariyê dike û ji bo kêmasî û pêwistiyên kargeha xwe serdana pêşangehê kiriye.

Seren Karadûman got: “Ez ji bo ku berhemên nû û cureyên berheman bibinim hatim û yekem car ez ew qas cure pêkve dibînim. Bi saya pêşangehên wiha hem em ji teknolijiyê agahdar dibin, hem jî derfetê ku xwe bi pêş bixin dibînin. Di wê baweriyê de dê gelek jî sûdbexş be.

Pêşangeha xweşikî û kozmetîkê ya Diyarbekirê dê di navbera 23 û 26’ê Hezîranê de vekirî bimîne.