Dezgeha Ragihandinê ya PDKê: Pêwendiya serkirdeyên PKKê bi Kurd û Kurdistanê ve, tenê xwesepandina li ser Kurdistanê ye

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva Duran Kalkan dide.

Hewlêr (K24) – Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva Duran Kalkan dide û radigihîne, “Pêwendiya serkirdeyên PKKê bi Kurd û Kurdistanê ve, tenê xwesepandina li ser xaka Kurdistanê ye û xapandina ciwanên Kurd e ku PKKê ew kirine qurbaniyên şerên xwe yên bêsûd.”

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya di daxuyaniyekê de ragihand: “Axaftinên Kalkan bêhtir dişibin raportekê ku ji bo razîkirina derve hatibin nivîsîn ku goya ew agahî veşartî ne û haya ti kes û partiyekê jê nîne û aşkerekirina wan dê Partiya Demokrata Kurdistanê şermezar bikin! Di vê de jî Kalkan û PKK vala derket, ji ber ku ew ji hemûyan baştir dizanin ku PDK bi aşkereyî helwest werdigire û bi ronî axaftina xwe dike.”

Bersiva Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bo Duran Kalkan wiha ye:

Roja 21ê vê mehê, pêgeha “ANFNEWS” a ser bi PKKê ve deqa hevpeyvînekê ligel Duran Kalkan, wek endamê Komîteya Rêveber a PKKê belav kir.

Helbet di hemû ew zanyariyên hûr û nehênî yên behsa wan kiriye de, ti zanyariyeke rast tê de nîne. Lê beriya ku em wan zanyariyan yek bi yek bidin pêş raya giştî ya Kurdistanê, divê em çend têbîniyên giştî derbarê axafinên Kalkan pêşkêş bikin.

Axaftinên Kalkan bêhtir dişibin raportekê ku ji bo razîkirina derve hatibin nivîsîn ku goya ew agahî veşartî ne û haya ti kes û partiyekê jê nîne û aşkerekirina wan dê Partiya Demokrata Kurdistanê şermezar bikin! Di vê de jî Kalkan û PKK vala derket, ji ber ku ew ji hemûyan baştir dizanin ku PDK bi aşkereyî helwest werdigire û bi ronî axaftina xwe dike.

Cihê balkêşiyê ye, di axaftinên vê carê de, Kalkan berûvajî her daxuyaniyeke bîst salên borî yên PKKê, navê Kurd û Kurdistanê çend caran dubare dike. Ev jî dîsa hewleke xapandina nifşên netewa Kurd û xelkê Kurdistanê ye. Êdî hemû dizanin ku navê Kurd û Kurdistanê ji çend salan ve di ferheng û belavokên PKKê de nemane, belkû xebata netewî û têkoşîna ji bo mafê xelkê Kurdistanê li cem serkirdeyên PKKê, ne tenê leke ye, belkû tometek e ku di hemû boneyan de wê red dikin. Pêwendiya serkirdeyên PKKê bi Kurd û Kurdistanê ve, tenê xwesepandina li ser xaka Kurdistanê ye û xapandina ciwanên Kurd e ku PKKê ew kirine qurbaniyên şerên xwe yên bêsûde. Îcar serkirdeyên PKKê bi aşkere, bi nivîs û bi axaftin demek e navê Kurd, Kurdistanê, al û dîroka tevgera rizgarîxwaz a netewî ya Kurdistanê înkar dikin.

Tevî wê yekê ku gotinên Duran Kalkan ji serî heta binî xapandin û îdiayên bi meram in, di heman demê de rastiyeke gelek tal jî derdixe holê ku serkirdeyên PKKê rijd in li ser dijayetîkirina Herêma Kurdistanê û hikûmet û saziyên rewa û berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê, ji bo vê jî amade ne ku hemû reftar û xapandin û peymanên veşartî bikin, lê divê du rastiyan li ber çavan bigrin, xelkê Herêma Kurdistanê bi giştî, bi dirûşmên îdeolojiya PKKê naxapin û bi qenaeta mezin dakokî li statu, destkeft û axa xwe dikin. Ya duyem jî; rûbirûbûna serkirdeyên PKKê ligel wan xortên nav PKKê ku bi navê Kurd û Kurdistanê ketine pey wan, ku şerê Kurd û Kurdistanê bi wan didin kirin, gelek nêzîk e.