Li Iraqê derbarê 13 endamên DAIŞê de biryara darvekirinê hate dayîn

Encûmena Dadwerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand; biryara darvekirina 13 endamên rêxistina DAIŞê hatiye dayîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Dadwerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand; biryara darvekirina 13 endamên rêxistina DAIŞê hatiye dayîn, ku ji meha Remezana 2019an ve çendîn kiryarên terorî encam dane.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku Dadgeha Tawanan a Kerxê li gor maddeyên yasaya terorê yên 1,3,7 ên sala 2005an, biryara darvekirinê ji bo 13 endamên DAIŞê derxistiye.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ew endamên rêxistina DAIŞê li ber dadgehê li tawanên xwe mikur hatine, ku di meha Remezana 2019an de çendîn kiryarên terorî encam dane.

Li gor daxuyaniyê, navên wan 13 endamên DAIŞê li Iraqê di nav lîsteya terorîstên DAIŞê de bûne.