Buhayê bermîleke petrolê ji 75 dolaran derbas kir

Buhayê petrolê li bazarên cîhanê bilind bûye, bermîlek petrola brent a xav, gihîştiye 75.63 dolaran.

Hewlêr (K24) – Buhayê petrolê li bazarên cîhanê bilind bûye, bermîlek petrola brent a xav, gihîştiye 75.63 dolaran, ev guherîneke bi bandor e ku vê hefteyê çêbûye.

Li gor çavkaniyên medyayî, buhayê petrola xav a Teksasê gihiştiye 73.35 dolara amerîkî, di vê hefteyê de bi rêjeya %2.4 buhayê petrolê bi awayekî giştî bilind bûye.

Welatên cîhanê li benda welatên OPEC+ û hevpeymanên Rûsyayê ne, ku biryar e di destpêka meha Tîrmehê de bicive ji bo kêmkirina berhemanîna petrolê li ser asta herêmê û cîhanê.

Lêkolînerên aboriyê jî ragihandine ku welatên OPEC+ divê zêdebûna hêza Amerîka û Çîn û welatên Ewropayê li ber çavan bigrin, herwiha hejmara lêdana vaksînê li welatên xwe zêde bikin, da ku rewşa Koronayê zû derbas bibe, bandorek bike ser rewşa aborî û buhayê petrolê.

Pispor diyar dikin ku dema cezayên aborî yên ser Îranê rabe û Tehran û Washington bigihin rêkeftinê, ev yek dê bibe sedema daketina buhayê petrolê li cîhanê.