Qaymeqamê Amêdiyê: Ji ber şerê PKK û Tirkiyê bi dehan proje nehatin cîbicîkirin

Qaymeqamê Navçeya Amêdiyê Îsmaîl Mistefa derbarê zirarên şerê PKK û Tirkiyê de li deverên ser bi herêma wan û bandora vî şerî li ser rewşa jiyana welatiyên li deverê axivî.

Hewlêr (K24) – Qaymeqamê Navçeya Amêdiyê Îsmaîl Mistefa derbarê zirarên şerê PKK û Tirkiyê de li deverên ser bi herêma wan û bandora vî şerî li ser rewşa jiyana welatiyên li deverê diyar kir: “Ji salên nodî ve ji ber şerê PKK û Tirkiyê rewşeke taybet û nearam li vî sînorî derketiye holê.”

Îsmaîl Mistefa ji K24ê re diyar kir ku di van çend salên dawî de roj bi roj çekdarên PKKê xwe li gund û avahiyan nêzîk kirine, bi vê yekê jî şerê xwe yê li dijî Tirkiyê veguhestiye nav deverê, ev bûye hincetek ji bo artêşa Tirkiyê ku leşkerên xwe bikşîne nav wan deveran û her roj gund û deveran bombebaran û topbaran dikin.

Mistefa destnîşan kir ku ji ber şer, xelkê deverê ketine rewşeke neseqamgîr û her roj welatiyên li deverê gazindên xwe digihînin aliyên pêwendîdar û gilî û gazinan dikin ku çekdarên PKKê kêşe li ber wan dirust dikin û destê xwe dixin nav karûbarên wan ên rojane jî, lê mixabin ew gilî û gazinan bandorek nekir û roj li pey rojan nêzîkî gund û avahiyan dibûn, dawiya dawî ev bû sedema wê yekê ku artêşa Tirkiyê bi navê operasyonan sînor derbas kirin û bi kûrahiya çend kîlometreyan hatine nav axa Herêma Kurdistanê.

Qaymeqamê Navçeya Amêdiyê Îsmaîl Mistefa diyar dike ku artêşa Tirkiyê çend dever bêyî şer kontrol kirine, lê dema Pêşmerge ji bo danîna çend xalek diçin wan deveran, çekdarên PKK li hember wan disekinin û şehîd û birîndar dikin, tevî ku yekane hêza rewa ya li wan deveran hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ye.