Parêzgariya Hewlêrê: Terorist nikarin aramî û ewlehiya bajarê me têk bidin

Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de êrîşa li ser derdora Hewlêrê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de êrîşa li ser derdora Hewlêrê şermezar kir û ragihand, Hewlêr bi saya dezgehên asayiş û polîs parastî ye.

Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, îro demjimêr 01:50 de 3 drone li mala welatiyekî li ser rêya Sêwle ya li gundê Birax ê nêzîk komlegeha Mela Omer a li parêzgeha Hewlêrê ketin ku du ji wan droneyan diteqin, lê yek ji wan neteqiya. Xwebextane ji bilî ziyanên madî, ti ziyaneke canî çênebûne.” 

Parêzgariya Hewlêrê dibêje: “Ji bilî ku em vê êrîşa li ser bajarê me bi tundî şermezar dikin, welatiyan dilniya dikin ku di saya şiyarbûna hêzên ewlehiyê û dezgehên asayiş û polîs, bajarê Hewlêrê parastî ye.”

Herwiha tekez kir jî, terorist bi bi van kiryarên tirsonek, nikarin aramî û ewlehiya bajarê Hewlêrê têk bidin.