Dr. Mihemed Îhsan Heşda Şeibî bi êrîşa li ser Hewlêrê tometbar dike

Diktor Mihemed Îhsan: Divê Amerîka bi cidî van gefan werbigire, dûr nabînim ku Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê were armanckirin,

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrê siyasî diktor Mihemed Îhsan derbarê êrîşa li ser bajarê Hewlêrê de ragihand, Hewlêr navendeke girîng a lêdana armancên grûpên teroristî û çekdarên “Heşda serberdayî” ye, hin hêzên herêmî jî hene kar dikin ewlehî û aramiya Hewlêrê têk bidin.

Dr. Mihemed Îhsan ji K24ê re ragihand, “Eger li Iraqê bi giştî binêrin, dibînin ku destê grûp û hêzên biyanî yên ser bi welatên herêmê ve ne, tenê negihîştine Hewlêr û Duhokê, îro jî Heşda serberdayî ji bo têkbirina ewlehî û aramiya Hewlêrê tê bikaranîn.”

Herwiha got: “Ev êrîş li Hewlêrê tên kirin, ji ber çend sedeman, ji wan jî hebûna Konsulxaneya Amerîka ya mezin li vî bajarî û herwiha ji ber ku hebûna Amerîka li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê heye. Ev grûp jî ji bo karên teroristî û teqînan tên bikaranîn. Ev jî gefeke navdewletî ye û metirsiya wê ne tenê li ser Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku ev grûp li Xezze, di şerê Husiyan û li başûrê Lubnanê jî tên bikaranîn.”

Derbarê pirsa çi aliyekî herêmî li pişt van êrîşan e?, Mihemed Îhsan got: “Diyar e kî li pişt wan in. Eger vegerin bo destpêka bikaranîna droneyan, aşkere ye ku Amerîka yekem car ji bo çavdêrîkirina navçeyên sînorî yên bi Îranê re bi kar anîn, hin ji wan droneyan ketin nava xaka Îranê, piştre jî Îranê ew drone bi pêş xistin. Ez dikarim bi aşkere nêrîna xwe bibêjim ku hemû droneyê li navçeyê bi kar tên, mora welatekî diyarkirî ya navçeyê li ser e û destê wî welatî li pişt Xezze, başûrê Lubnanê û şerê Husiyan heye.”

Wî çavdêrê siyasî tekez kir jî: “Eger bi vî awayî berdewam be û Hikûmeta Iraqê û Amerîka ti helwesteke kirdarî li hember van êrîşan nîşan nedin, dûr nabînim ku Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê were armanckirin, wek çawa Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê tê armanckirin, ji ber wê divê Amerîka helwesteke cidî bigire.”

Dr. Mihemed Îhsan got jî: “Niha şerê droneyan di rûyê teknolojî de, li pêş gelek çekdar de ye, ji ber wê tiştek hebe ku li ber wê gefê bigire.”