Lûtkeya Iraq, Urdin û Misrê li Bexdayê bi tê lidarxistin

Di lûtkeyê de pêşhatên aborî û siyasî yên navçeyê tên guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Lûtkeya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem û Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî, li Bexdayê li dar dikeve û di lûtkeyê de pêşhatên aborî û siyasî yên navçeyê tên guftûgokirin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, îro Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem û Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî digihin Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê pêşwazî li wan tê kirin.

Lûtkeya ku ev cara sêyemîn e tê lidarxistin, tê de li ser xurtkirina hevkariya aborî, bazirganî û veberhênanê di navbera Urdun, Misir û Iraqê de û herwiha pirsgirêkên herêmî tên gotûbêjkirin.

Lûtkeya yekem a her sê welatan, di meha Tebaxa 2020an de li Emmanê hatibû girêdan û tê de encûmeneke hevahengiyê hatibû pêkanîn.