Netewên Yekgirtî daxwaza vekirina deriyê sînorî “Til Koçer” dike

Netewên Yekgirtî ji bo gihandina alîkariyên mirovî, daxwaza vekirina deriyê sînorî yê Til Koçer ê di navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê de dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca gihandina alîkariyên mirovî ji bo gelê Sûriyê, Netewên Yekgirtî daxwaza vekirina deriyê sînorî yê Til Koçer ê di navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê de dike.

Li gor projeyasayekê ku pêr roja Înê ji aliyê Nerwêc û Îrlandayê ve li endamên Encûmena Asayişa Navdewletî hatiye belav kirin, tê de tê xwastin ku alîkariyên mirovî di deriyê sînorî yê Til Koçerê re derbasî Sûriyê bibin.

Di wê projyasayê de hatiye, “Rewşa mirovî li Sûriyê gelekî xirap e û hîna metirsiyê li ser ewlehî û aramiyê navçeyê dirust dike.”

Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibûn, 2 derî bi Tirkiyê re, deriyek bi Urdinê û deriyê Til Koçer ê bi Iraqê re bû. Lê di nûkirina wê biryarê ya 10 Çileya 2020an de, gihandina alîkariyên mirovî tenê di du deriyên bi Tirkiyê re ji bo 6 mehên dirêj kiribû û di deriyê Til Koçer û Urdinê re rawestandibû. Herwiha di Hezîrana 2020an de ew biryar careke din hatibû dirêjkirin.

Biryar e Encûmena Asayişa Navdewletî di destpêka hefteya bê de vê projeyasayê gengeşe bike, lê nayê zanî ka dê derbas bibe yan na, ji ber ku eger e careke din Rûsya û Çînê Veto bi kar bînin.