Polîtburoya PDKê êrîşa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek derbarê êrîşa duhî ya li ser Hewlêrê de belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek derbarê êrîşa duhî ya li ser Hewlêrê de belav kir û ragihand, divê ji niha û pê ve hemû alî ligel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federalî kar ji bo lêkolînkirin û rêgirtina li van cureyên êrîşên teroristî bikin ku armanc ji wan êrîşan, xirapkirin û têkdana ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye.

Polîtburoya PDKê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Duhî 26ê Hezîranê bi riya sê droneyan (firokeyên bêfirokevan) êrîş li ser bajarê Hewlêra Paytext hate kirin û bû sedema gihandina ziyanê bi mal û milkên welatiyên gundê Birax ê nêzîkî komelgeha Mela Omer.”

Polîtburoya PDKê tekez dike: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê, vî karê teroristî yê wan grûpên têkder û deryasayî bi tundî şermezar dikin û dibînin ku divê ji niha û pê ve hemû alî ligel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federalî kar ji bo lêkolînkirin û rêgirtina li van cureyên êrîşên teroristî bikin ku armanc ji wan êrîşan, xirapkirin û têkdana ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Mixabin ev kiryarên neyasayî û têkderane çendîn car in dubare dibin. Berpirsatî li stûyê Hikûmeta Federalî ye rêgiriyê li van grûp û hêzên bike ku armanca wan têkdana aramiya Kurdistan û Iraqê bi giştî ye.”